Jiyan û mirin, xebata rojnamevanan li Sûriyê

Şev Tarîbû … Dilîşan xwest bi kenê zarokan wê ronî bike lê nezanîbû ew hêza tarî wê dawî li jiyanê wê bîne.

Dilîşan Îbîş di sala 1991 li bajarê Kobanê çavê xwe li dunyayê vekir, ji xwe dema navê Kobanê tê gotin têkçûn û şikestina DAIŞ`ê tê bîra mirov.

Bi mezinbûnê re hezkirinê welat dagirkirî di dilê wê de mezin bû, ji xwe her kes ji welatê xwe hez dike lê dema welatê te dagirkirî û bindest be hezkirina wî di dilê te de zêdetir dibe.

Tevî ku Dilîşan li Bajarê Heleb`ê Kolêca rêveberiya Karan dixwend lê bi destpêkirina şoreşê li herêmên Rojavayê Kurdistanê berê xwe da bajarê xwe ji ber dema pêkanîna xewna wê ya salan êdî hatibû ew jî xebata di nava çapemniyê de.

Dilşan tevî çend hevalên xwe radyoya Dengê Kobanê ava kirin û ew yek ji damezrînerên wê radyoyê bû.

Bi êrîşa DAIŞ`ê ya bi ser Kobanê ve radyoya wan hat teqandin û Dilîşan neçarî derketina ji bajêr bû.

Piştî rizgarkirna bajêr ji ser wan alavên belavbûyî yên radyoyê Dilîşan û hevalên xwe carek din radyoya xwe ava kirin ew jî di riya alîkariya ji xêrxwazan û dengê dilîşan carek din li Kobanê belav bû.

Piştî demekê Dilîşan dest bi xebatê di nava Ajansa Hawarê de kir û êdî li wir bi zimanê xwe yê Kurdî nûçe dinvîsandin.

Di dema ku hêzên QSD`ê li Dêra Zorê dest bi oprasyona xwe ya dawî kirin Dilîşan tevî 2 hevalên xwe yên heman ajansê berê xwe dan wir

Di şevekê dema hejmarek mezin ji sivîlan ji herêmên DAIŞ`ê reviyan û xwe gihandin cihên QSD`ê, Dilîşan rahişt kamîra xwe û berê xwe da wir da ku kêfxweşiya wê xelkê ya xelasiya ji DAIŞ`ê bikşîne.

Lê piştî nîv se`etê ji gihana wir erbeyek bombebarkirî ji herêmên DAIŞ`ê xwe di nava wan sivîlan û Dilîşan`ê de teqand.

Ew şev û ew erebe tiştên dawî yên ku Dilîşan dîtin, ew û 2 hevalên xwe yên rojnamevan û bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Tişta li paş Dilîşan ma ew kamîreya şewitî bû ku têde wêneyên zarokan hebûn.

Ji ber em hevalên hev yên kar bûn min wêneya kamîreya wê danî ser hesabê xwe twitterê û her dibînim Dilîşan tê bîra min û hêza min ya kar zêde dibe.

Verknüpft mit diesem Objekt