Xewna salan .. Êdî Rastî ye

ji ber sîstema desthilat li Sûrî raghandin hemû xistibû bin dest xwe de, ji Kurdan re maf tune bû ku dezeghên wan ên çapmeniyê hebin.

Lewra bi şoreşê re derfeta vekirina saziyên çepmeniyê çêbû û xewna bi salan êdî bû rastî ku yekemîn rojnameya Kurdî di 22`ê nîsana 1899`an de derket lewra ew roj wekî roja rojnamgeriya Kurdî tê naskirin.

Bi dest pê kirina xebatek nû bi hezaran zehmetî û astengî li pêşiya wê derdikevin nexasim ku li welatekî hîn şer têde heye.

Ji mijara peydakirna alavên teknîkî bigre heta zanebûn û hînbûna karê raghandinê bi dehan zehmetî li pêşiya xebata raghanidnê li Rojava hene.

Nimûne ez niha li telefizyona Ronahî TV ku ew yekem telfizyona Kurdî li ser xaka Rojava weşana xwe dike, kar dikim. hemû alavên xwe em ji derve dixwazin û dema hindek alavên mezin bin bi salan li ser sînor dimînn ji ber ew welat (Tirkî û carnan herêma başûrê Kurdistanê) nahêlin ew derbasî Rojava.

Lê dîsa jî gelek tişt kêm in jî ev 5 sal in ez şerê li dijî DAIŞ`ê dişopînim lê heta niha rextê parastinê yê rojnamevanan li cem min tune ye û perwerdeyên destwerdana lezgîn a tenderustiyê min nedîtiye û piraniya rojnamevanên li vir wisa ne.

Di sala 2015an de rojek ku ez tucarî ji bîr nakim heye, ew jî dema min oprasyona QSD`ê li dijî DAIŞ`ê li bajarokê Holê dişopand di heman rojê de me 3 caran riya xwe şaş kir. ku di navbera me û DAIŞ`ê de tenê çend mitir diman, û gelek kêm mabû ku em derbasî dewleta Xîlafetê bibin û min dizaîbû ku wê sere min were jêkirin wekî yê gelekan lê hindek sivîlên li wire m hişyar kirin.

Ji xwe li herêmên şer tu bi makîneyên raghandina leşkerî digere û tu nizane kîjan deqê mayinek li ber te biteqe û çarenûsa te jî wekî ya Dilîşan be.

Ji bo min, Dilîşan û bi sedan kesên ku niha karê rojnamevaniyê li Rojava dikin gelek sedem hene lê wekî 2 yên bingehîn/esasî dikarim binav bikim

Xewna me ya bi salan ku em bi zimanê xwe di dezgehek çapmeniyê de biaxvin îro li vir dibe rastî, me zilm û zordaiya li hember zimanê xwe ji aliyê rêjîmên serdest ji bîr nekirye ji ber li vir axaftina bi kurdî dibû sedema ku demek dirêj tu di zindanê de bimîne

Cara yekê ye ku welatê me azad dibe û bi rengê wê yê xweş em wî dibînin lewra dîtina wî di vî halî de kêfxweşiyek ku nayê wesif kirin di dilê her kurdekî de şîn dike em jî dixwazin wê xweşiyê pêş tevahiya dunyayê bikin.

Bêguman hîn riya pêşxistina karê min û welatê me ku dengê çekan û şer hîn lê tê bihîstin gelek dirêj e, ji bo karê min ez bi hêvî me ku şer li vir bidawî bibe da ku derfetek were dîtin ku ez di aliyê raghandinê de xwe hîn bêhtir pêş bixim tevî ku astek baş çêbûye û îsal ez wekî baştrîn rojnamevan li vir hatim xelat kirin lê bawerim hîn pêwîst e.

Ji bo Rojava bi giştî jî ez geşbînim ku ev rewşa me ya heyî wisa dewam bike û ber b baş bûne ve here lê metirsî li cem min û gelê herêmê heye taybet ku dewleta Tirk gefan li dijî herêma me dixwe û dibêje ew ê êrîş bike û wekî ku çawa Efrîn dagir kir vir jî dagir bike.

Ez dixwazim ku mûzeyek ji bo kamîra Dilîşan û gelek amûrên din yên raghanidnê di nav şer de xerab bûn li wan werin hiştin.

Da dawiyê de jî ez spasiya we dikim li ser vê girîngdayîna Rojava û karê min, xwestek ew e ku her kes li vê proja nûjen xwedî derkeve .

Hoşeng Hesen

Linked to this object